Erdogan: “3 leskerên me jiyana xwe da lê yên rejîmê gelek in”

Erdogan: “3 leskerên me jiyana xwe da lê yên rejîmê gelek in”

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li navenda partiya xwe AKP ê civîneka çapemeniyê lidar xist û di civînê de got ku halê niha yê li Idlibê zivirî leha Tirkiyê û rejîm gelek can daye Erdoğan weha got:

“Em li gor mutabaqata Adanayê li Sûriyê ne. Eger ne ji desteka Rûsya be, rejîm nikare xwe li ser desthilatiyê bigre. Li Idlibê 3 şehîdên me hene. Lê zayîatên trejîmê gelek zêde ne. Ne hewce ye ez yek bi yek behsa wan bikim. Wê têkoşîn li wê derê dewam bike. Hevdîtina bi Rûsan re dewam dike.”

Li gor ragihandina desthilatên Tirkiyê heya niha li Idlibê 21 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin