Îltîca wî qebûl nebû û li ber NY agir bera bedena xwe da

Îltîca wî qebûl nebû û li ber NY agir bera bedena xwe da

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê 2 kesên Kurdên Rojhilat xwestin îltîca wan ji aliyê Neteweyên Yekgirtî de bê qebûl kirin lê NY daxwaza wan red kir. Li ser redkirina daxwaza wan, her dû Îranî li ber baregeha NY xwepêşandan kirin û bûyerê protesto kirin.

Her dû penaberên Kurd ragihandin ku endamên partiyeka muxalif ya Îranê ne û nikarin dagerin Îranê. Her dû penaber ragihandin ku ew nikarin li Îranê bijîn û yek ji wan li ber kamerayên televîzyonan benzînê bera ser xwe da û agir bera bedena xwe da. Kesên li der û dorê bûn, agir vemirandin. Penaber birin nexweşxanê bo tedawiyê. Bûyer li ber çavê çapemeniya Kurdistanê çêbû û di dîmenên televîzyonê de tê xuyakirin ku herî kêm 3 televîzyonên Kurdistanê li wê derê bûn.

Xortê agir bera bedena xwe da ragihand ku ‘dahatûya Kurdîniyê wehaye’ û ‘ji ber doza Kurdîniyê ji Rojhilatê Kurdistanê aware bûne’ û gazinên xwe li ber kamerayan kir. Navê kesê xwe şewitand nehat zanîn.

Heya niha rêvebiriya Herêma Kurdistanê di babeta rûdawê de ti agahî nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin