PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 16ê Îlonê bi amadebûna cîgirên serokê Herêma Kurdistanê bi konsol û nûnerên welatên Ewropa li Herêma Kurdistanê civiya.
Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de, pirsa binpêkirinên Tirkiyê û derbaskirina sînorê Herêma Kurdistanê û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê û guftoyên di navberê herdu aliyan de hatin gotûbêjkirin.
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ligel konsol û nûnerên welatên Ewropa di demekê de ye ku beriya bi du mehan Tirkiye bi bahaneya hebûna hêzên PKKê li nava sînorên Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî kiribû.
Herwiha di encama bombebaranên balafirên şer de, çend navçeyên Herêma Kurdistanê hatibûn bombebarankirin û di encamê de zirareke mezin gihîştibû zevî û gundên xelkê Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin