Cebar Yawer: Hikûmeta Iraqê nikare navçeyên bin deshilata xwe kontrol bike

Cebar Yawer: Hikûmeta Iraqê nikare navçeyên bin deshilata xwe kontrol bike

PeyamaKurd - Sekreterê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ragihand, “Hikûmeta Federal a Iraqê nikare navçeyên di bin desthilata xwe de kontrol bike. Piraniya kiryarên terorîstî yên rû didin, li navçeyên ku valahiya ewlehiyê lê heye ne.”

Cebar Yawer di bultena K24ê de diyar kir, her çend e ew bi Hikûmeta Iraqê re rêkeftibûn ku hêleke berevaniyê dirust bikin û operasyonên hevbeş pêk bînin, lê Hikûmeta Iraqê heta niha bi awayekî cidî nehatiye pêş.

Cebar Yawer got: “Çalakbûna DAIŞê vedigere wê yekê ku wekî rêxistina terorê ya cîhanî bi dawî nehatiye. Her çend e sala 2017an piştî rizgarkirina Mûsilê Hikûmeta Federal diyar kir ku DAIŞ têk çûye, lê me her wê demê got ku DAIŞ bi dawî nehatiye û tenê îmareta xwe winda kiriye. DAIŞ awayê şerê xwe diguhere û xwe birêkxistin dike, ew pişta xwe bi şaneyên razayî girê dide û bi şêweyê komên biçûk dest bi kiryarên xwe yên terorîstî dike."

Yawer da zanîn: "DAIŞ di sala 2018an de 456 kiryarên terorîstî pêk anîn. Di sala 2019an de 270 çalakiyên terorîstî pêk anîn. Di sala 2020an de 260 kiriyarê terorîstî kirin. Lê tenê DAIŞ di 3 mehên destpêkê yên 2021an de, 51 kiryarên terorîstî kirine, ji bilî êrîşa vê carê jî, DAIŞê hemû çalakiyên xwe yên terorîstî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê hatine kirin."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge got: “Hikûmeta Federal nikare kontrola navçeyên di bin desthilata xwe de bike û piranîya van kiryarên terorîstiyane li deverên jêr destên wê de tên kirin,  ew êrîşa doh ya terorîstî, DAIŞ ji navçeyên ku di bin kontrola hêzên Hikûmeta Federal de hatibû.”

Yawer destnîşan kir: "Tevî di civînên me yên bi Hikûmeta Federalî re yên ji sala 2019'an heta Tîrmeha 2020an, me li ser hin xalan li hev kiriye ku em hêla berevaniyê çêbikin, operasyoneke hevbeş birêve bibin, navendeke hevkariyê çêbikin, lê hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî bi pêş ve nehatiye, ji bo em vê rêkeftinê bi cih bînin, da ku em DAIŞê bi temamî kontrol bikin."

Cebar di berdewamê de diyar kir: "Piraniya çalakiyên DAIŞê li çiyayên li Diyala, Celewla û Hemrînê, ta digihe deverên nêzî Şareban û piştre jî deverên Qeretepe, ligel deverên Selahedîn, heta nêzî Duz û Kefrî û ta digihe nêzîkî Mexmûr, dibin û ev dever bûne pêgeha DAIŞê."

Cebar Yawer bibîr xist, her çend e DAIŞê li wan deveran çalakiyên xwe dike, lê belê ligel wê jî nakokî li wan deveran heye, ji ber vê çendê jî me çendîn caran daxwaza bicihanîna madeya 140 kiriye û me daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiriye, da ku destpêşxeriyê bike û vê pirsgirêkê çareser bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin