YNK dixwaze avakirina hukumeta Kurdistanê derengî bixe

YNK dixwaze avakirina hukumeta Kurdistanê derengî bixe

PeyamaKurd- Endamê rêvebiriya YNK ê Mihemed Wetman, ragihand ku dê piştî cejna Remezanê namzedên xwe yên bo avakirina hukumetê diyar bikin wê civîna xwe pêk bînin. Ev tê vateya ku YNK dixwaze avakirina hukumeta Kurdistanê derengî bixe û ev jî zerarê dide Kurdistanê. Heya cejnê hêj 12 roj zêdetir heye û paşdexistina diyarkirina namzedan, li dijî berjewendiyên Kurdistanê ye. Wetman bo diyarkirina postan weha got:

“Niha yek YNK heye ew jî Kosret Resûl serpereşt û berpirsê wê ye. Ji ber hindê ti grîftek nîn e. Ne hewce ye em bilezînin.”

Endamê serkirdetiya YNK ê Mistefa Çavreş jî gotibû ku wexta civîna serpereştiya YNK ê diyar nîne.

Li gor Wetman diyarkirina postên YNK ê dê bikeve piştî 20 ê hezîranê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin