Rayedarekî YNKyî: PKK ji gelê me bacê distîne û zirarê dide

Rayedarekî YNKyî: PKK ji gelê me bacê distîne û zirarê dide

PeyamaKurd – Endamê mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Muhammed Wetman bal kişand ser hebûna hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Herêma Kurdistanê û Artêşa Tirkiyê (TSK)  ku bi hinceta hebûna PKKê êrîşî der û dorê dike û got, “Pêwist e Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi awayekî cidî bi PKKê re bipeyivin û jê re sînorekî deynin.”

Muhammed Wetman wisa axivî: “Xelkê Kurdistanê ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê gelek kişand û zirarên mezin dîtin. Ji ber şerî gelek hevwelatî neçar dimînin ku cî û warên xwe biterikînin.”

‘PKK NE FRAKSIYONEKE BAŞURÊ KURISTANÊ YE, FRAKSIYONEKE BAKUR E’

Wetman di berdewamiya axaftina xwe de got, “PKK rewşa Herêma Kurdistanê paşguh dike. PKK xwe wekî xwediyê malê dibîne û girîngiyên nade gelê kurd û hikûmeta Herêmê. Gelê me ji ber PKKê gelek zirar û ziyan dît. PKK ne fraksiyoneke Başurê Kurdistanê ye, PKK fraksiyoneke Bakurê Kurdistanê ye.”

‘PKK JI GELÊ ME PEREYAN Û BACÊ DISTÎNE Û JI ALIYÊ DIN VE ZIRARÊ DIDE GELÊ ME’

Rayedarê YNKyî di dawiya axaftina xwe de got, “PKK ji gelê me pereyan û bacê distîne û ji aliyê din ve zirarê dide gelê me. Hevwelatiyên Herêma Kurdistanê gelekî tehemmulî PKKê kir. Pêwist e Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê divê bi awayekî cidî bi PKKê re bipeyive û ji PKKê re sînorek were danîn. PKKê guh li kesî nake û tevgerên wê ne li xêra xelkê Herêma Kurdistanê û Kurdistanê ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin