Li devera Pisder a Herêma Kurdistanê 3 kes ji ber diravên saxte hatin girtin

Li devera Pisder a Herêma Kurdistanê 3 kes ji ber diravên saxte hatin girtin

PeyamaKurd – Ji ber bikaranîna diravên saxte, 3 kes li devera Pişder a Herêma Kurdistanê, hatin girtin.

Li gor berdevkê polîsê devera Raperîn (Ranya), Mihemed Fazil diyar kiriye, hêzên asayişa nahiya Helşo ya bajarokê Qeladizê, bi alîkariya hêzên asayişa Qeladizê 3 kes girtin ku beşek diravê saxte di destê wan de hebû.

Fazil herwiha da zanîn, wan kesên han dixwestin wê beşa dirav, ku 5 milyon û 150 hezar dînar û 300 dolar bû, li Herêma Kurdistanê bi kar bînin.

Berdevkê polîsê Raperîn tu agahî di derbarê nasnameya wan kesan de neda.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin