PeyamaKurd – Li Hindistana ku çêlekan pîroz dibînin, Stêrê Bollywoodê Akshay Kumar ragihand, ew her roj ji bo tenduristiya xwe mîza çêlekan vedixwe.
Kumar, yek ji piştgirê hikûmeta Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ye.
Hikûmeta Modî, her sal ji bo bikaranîna paşmayî û rêxa çêlekan milyon dolaran pere xerc dike.
Xelkê Hindistanê her çiqas ti lêkolîneke zanistî ew yek piştrast nekiriye jî bawer dikin ku "Pûrt û bermahiyên çêlekan ji bo nexweşiyên şekir û penceşêrê gelek baş in".
Akshay Kumarê 53 salî dibêje; "Bêyî dudilî mîza çêlekan vedixwim. Ev ji bo tenduristî û dilxweşiya min gelek baş e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin