PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navçeya Peyasê li taxa Firatê di kolanekî de kesê bi navê Aziz Malkoç bi sedema meseleya namûsê bi hin kesan re niqaşê kiriye û heman kes wî gulebaran kirine.
Kesên Malkoç gulebaran kirine, di nav kolanê de piştî Malkoç gulebaran kirine û reviyane. Kesên bûyerê dîtine xeberê dane hêzên asayîşê û tîmên tenduristiyê yên 112 ê yên lezgîn.
Malkoç li nexweşxanê kirine bin tedawiyê lê li wê derê can daye. Cenazê Malkoç bo otopsiyê birine morgê û bo kesên kujer desteser bikin operasyon dane destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin