RTÛKê cezayê Kurdistanê da Zarok TVyê!

RTÛKê cezayê Kurdistanê da Zarok TVyê!

PeyamaKurd- Komîsyona Bilind ya Radyo û Televîzyona Tirkiyê (RTÛK) ceza da Zarok TVyê.

Ji van stranan re ceza hate dayîn ku li gorî îddayê di van her du stranan de Zarok TV xizmeta rêxistina terorî dike.

Zarok TV televîzyona Zarokan ya Kurdî ya pêşî ye û di dema rewşa awarte de carekê hate girtin, lê paşî dîsa hate vekirin.

Vê carê jî di televîzyona zarokan de xizmeta teroriyê kirin sebeb.

Di 17 Adarê de di bernameyeke Zarok TVyê de zarokekî strana “Gula min Cizîra Botan e” got. Li ser vê stranê pisporê RTÛKê gotin ku di vê stranê de îfadeyên wekî “Kurdistan, vejîna Rojhilatê, vejîna Nisêbînê” sebeba propagandayê hatin dîtin.

Di 20 Adarê de jî dîsa zarokekî strana “Kurdistan pir Şîrîn e” got. Li gorî rapora RTÛKê îfadeyên weke “Kurdistan pir şîrîn e, Kurdistan welatê Kurdan e, Kurdistan tu ronî û çira yî, li dinyayê dengê me yî” wekî propagandaya rêxistina terorî hatiye qebûlkirin.

Ji ber van her du stranan ceza li Zarok TVyê hate birîn.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin