PeyamaKurd – Hat ragihandin ku cureya nû ya vîrûsa Koronayê ku mutasyon derbas kiriye gihîşt Iraqê û Wezareta Tenduristîya Iraqê ji welatiyan xwest ku zêdetir xwe biparêzin.
Wezareta Tenduristîya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, çend haletên pêketina cûreya nû ya Koronayê li Iraqê hatine tomarkirin û hin ji wan pêketiyan zarok in.
Wezaretê daxwaz ji welatiyan kir ku bi awayekî zêde pabendî rêkarên xweparêziyê bibin, ji ber ku mutasyona nû ya koronayê bileztir belav dibe.
Hêjayî gotinê ye, hîn li Herêma Kurdistanê pêketiyên cûreya nû ya vîrusa koronayê nehatine tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin