PeyamaKurd - Li gor Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) ragihand, vîrusa Korona xuya ye wê her hebe û metirsiya wê demek dirêj jî berdewam bike.
Berpirsê Rewşên Awarte yê WHO Mike Ryan diyar kir, zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa Korona li hin dewletan, ne nîşana pêla duyêm e, lûtkeya duyêm a pêla yekêm e.
Ryan da zanîn ku, divê dewlet bi tedbîrên tund rê li ber belavbûna vîrusa Korona bigirin.
Ryan got, ‘’Dema pêla duyêm ya vîrusa Korona li cîhanê belav bû, divê hemû dewletan ji pêla yekêm ders girtibin’’
Wî dîyar kir ku bo dewlet rê li ber belavbûna vîrusa Korona bigirin divê pêketinên nû bişopînin û bala xwe bidin ser sîstema tenduristiyê.
Berpirsê WHO’yê herwiha ser perpûnê jî da zanîn ku, hîn ti perpûneke ku li ser vîrusa Korona bandor çêkiriye nehatiye dayîn û got heta dawîya salê divê perpûneke ku bandora wê heye were dîtin.
Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus jî dîyar kir ku, encamên ceribandinên klînîk yên bo dermanên vîrusa Korona dê heta du hefteyan hazir bin.
Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê bi qasî 11 mîlyon kes bi vîrusa Korona ketine û ji 523,000 zêdetir kes jî bi wê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin