PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî, derbarê avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê (Rojava) de li Konseya Ewlekariyê ya NY axivî.
Caferî li ser mijarê wiha got, “Hikûmeta Sûriyê bi tundî li dijî planên avakirina herêma ewle ya li bakurê rojhilatê Sûriyê ye. Ev plan binpêkirina serxwebûna Sûriyê ye.”
Li aliyê din di civînê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY di karûbarên mirovî de, Mark Lowcock jî da zanîn ku Tirkiye û Amerîkayê li ser avakirina herêma ewle ew qet agahdar nekirine û NY ne aliyekî wê rêkeftinê ye.
Lowcock bibîr xist ku NY ne aliyekî mijara herême ewle ye û got, lê belê divê ev bê kirin ku her peymanek ewlekariya sivîlan misoger bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin