PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li dijî Îsraîlê "têkoşîna xwe heya nefesa dawî" bidomînin û bang li hikûmeta Libnanê kir ku li pêşberî Îsraîlê "tavizên bêbedel" nede.
"Îsraîl di êrîşên bejayî de bi bin ket"
Qasim destnîşan kir ku tevî êrîşên 40 rojî yên hewayî û bejayî, Îsraîlê nekarî rûbirûyî hêzên berxwedanê bibe û nekarî pêşiya fuzeyên wan ên ku digihîjin Heyfa û derveyî wê bigire. Qasim got: "Dijminê Îsraîlî di qada şer de li hemberî qehremanên berxwedanê bi bin ket."
Bang li hikûmeta Libnanê kir.
Naîm Qasim derbarê hewildanên dîplomatîk de hişyarî da rayedarên Libnanî û wiha got:
"Em qebûl nakin ku vegerin rewşa berê. Em bang li rayedaran dikin ku dest ji dayîna tavizên bêbedel berdin. Em ê wek dewlet, artêş, gel û berxwedan welatê xwe biparêzin û serweriya xwe vegerînin."
Di dema ku artêşa Îsraîlê ji 2yê Adarê ve êrîşên xwe yên li ser Libnanê didomîne, Hizbullah jî bi fuzeye û balafirên bêmirov bersivê dide navendên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê.