Îsraîl: Me şêwirmend û biraziyê Naîm Qasim kuşt

Îsraîl: Me şêwirmend û biraziyê Naîm Qasim kuşt

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke esmanî ya ser paytexta Lubnanê Beyrûdê de, Elîi Yusif Harşî ku birazî û şêwirmendê nêzîk ê Serokê Hizbullahê Naîm Qasim e hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya fermî Harşî di rêvebirina ofîsa Naîm Qasim û parastina ewlehiya wî de roleke sereke dileyîst.

Ev operasyon piştî daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Îsraîl Katz pêk hat ku diyar kiribû dor hatiye serokatiya nû ya Hizbullahê û dê her kesê di wî meqamî de bibin hedef.

Li aliyê din, êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Lubnanê tevî agirbesta Amerîka-Îranê ya du hefteyî jî berdewam dikin. Şevê din du xalên stratejîk ên li ser Çemê Lîtanî ku ji bo veguhastina çek û cebilxaneyan dihatin bikaranîn, bi temamî hatine rûxandin. Herwiha li başûrê Lubanê jî zêdetirî 10 depoyên çekan, navendên fermandariyê û rampayên avêtina roketan ên Hizbullahê hatin armancgirtin û ji kar hatin xistin.