PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naim Qasim, bang li hikûmeta Libnanê kir ku hemû peywendiyên rasterast ên bi Îsraîlê re betal bike. Qasim di daxuyaniyeke zindî de hişyarî da ku Îsraîl amadekariya êrîşeke berfireh li ser Libnanê dike û armanca wê ya sereke pêkanîna projeya "Îsraîla Mezin" e. Wî destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze Libnanê bêparastin bihêle û hêza berxwedanê ji holê rake, loma divê Beyrût nekeve bin bandora daxwazên Tel Avîvê.
Qasim her wiha diyar kir ku ew rê nadin tu kesî ku şêwazê birêvebirina welat li ser wan ferz bike û baweriya wan bi serweriya Libnanê tam e. Wî bal kişand ser rola artêşa Libnanê û got ku artêş dê nekeve xefika şerê li dijî gelê xwe û nabe hikûmet Hizbullahê wekî amûrekî zextê bi kar bîne da ku daxwazên Îsraîlê bîne cih. Qasim bi van gotinan peyamek da ku ew ê li dijî planên dagirkeriyê heta dawiyê li ber xwe bidin.