Serok Barzanî: Têkiliyên bi hikûmeta Zeydî re gelek baş in

Serok Barzanî: Têkiliyên bi hikûmeta Zeydî re gelek baş in

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 09ê Tebaxa 2026an pêşwaziya Konsula Giştî ya Nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê Holly Veir kir.

Di civîna Serok Mesûd Barzanî û Konsula Giştî ya Nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê de, peywendiyên dualî, rewşa siyasî ya deverê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.

Baregeha Barzanî ragihand, di wê hevdîtinê de Konsula Giştî ya Brîtanyayê dilxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî û destpêkirina erkê xwe wekî konsula nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Konsula Brîtanyayê diyar jî kir ku ew dê li ser bizavên xwe ji bo berdewamî û zêdetir giringîdana bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de berdewam be û matmayîbûna xwe ji bo pêşkeftinên Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de jî anî ziman.

Serok Barzanî di wê hevdîtinê de bixêrhatina Konsula Nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir, serkeftin di erkên wê de jê re xwest û amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina erkên wê li Herêma Kurdistanê ragihand.

Rewşa siyasî û dawî pêşveçûn û guherînên deverê, bi taybetî rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî mijarên beşeke din a civînê bûn.

Serok Barzanî destnîşan kir ku peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî di qonaxeke gelek baş de ne û hevahengî û têgihiştineke baş di navbera her du aliyan de heye.