PeyamaKurd - Koma Ketaîb Hizbullah a Iraqê, Serokwezîr Elî Zeydî bi binpêkirina sozên xwe yên derbarê peymana serweriyê û rêyxistina çekan de tohmetbar kir û ragihand ku ew ê di bin tu şert û mercî de ji çekên xwe û ji doza Curf el-Saharê dest bernedin.
Di daxuyaniya nivîskî ya komê de hate îdiakirin ku hikûmetê di bin zexta DYA, Erebistana Siûdî û Îmaratê de kampanyayeke derewîn li dijî wan daye destpêkirin.
Ketaib Hizbullah derbarê tawanbariyên qaçaxçîtiya neftê de jî parastin kir û diyar kir ku tesîsên li herêmê ne ji bo qaçaxçîtiyê, lê ji bo dabînkirina sotemeniya wesayîtên leşkerî û hêzên Haşdi Şabi hatine avakirin.
Ev daxuyaniya tund piştî wê yekê hat ku Serokwezîr Zeydî ji ber rapora qaçaxçîtiyê ya li Curf el-Saharê biryarên tund ên lêpirsînê dabû û 9 berpirs ji kar dûr xistibûn.