PeyamaKurd – Dezgeya fezayî ya DYAyê NASA teleskopa nesla nû “Roman” ê şand fezayê. NASA ji bo avahiya ewrenê û seyareyên di derveyê sîstema rojê de vekole, alava Nancy Grace Roman Teleskoba fezayî, di rêya roketa Falcon Heavy ya SpaceXê de şande fezayê.
Bendene ku di nav 3 mehande bigihê hedefa xwe ya ku ji dinyayê 1,6 milyom km. dûre. Firehiya dîdara Romanê ji ya Hubble û James Webbê 100 car firehtire an ku her tiştî mezintir dibîne. Rêvebirê NASAyê Nicky Fox got:
“Bi xêra vê teleskopê em ê li dora sed hezar seyareyên di derveyê sîstema rojê de karibin keşif bikin. Di çarçoveya wezîfa xwe de, tesbîta nexşeya di derveyê sîstema rojê de wê bêkirin û dê gelek seyyareyên di derveyê sîstema rojê de tesbît bike.”
Rêvebirê NASAyê Nicky Fox ragihand ku dê teleskop li ser ewrenê roleka lêkolînê bi cîh bîne û weha dewam kir:
“Teleskopa Roman, wê nêrîna me ya li ewrenê bi temamî biguhêre. Bi xêra vê teleskopê em bendene ku li dora 100 hezar seyyareyên di derveyê sîstema rojê de keşif bikin. Em ê li bersiva pirsa ‘Gelo, di ewrenê de em tenê ne?’ bigerin. Em ê li atmosfera seyyareyên di ewrenê de binêrin û tesbîtê bikin bê em di kaînatê de tenêne an di derveyê me de jî kes hene, tasbît bikin.”
Wezîfa Romanê wê 5 sal be û paşî pêwesit be dikarin wextê derxin 10 salan. Dîmenên ewilî yên teleskopa NASAyê dibe ku di serê sala 2027an de bên weşandin.