PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di Konferansa Balyozan de ku li paytexta Almanyayê Berlînê hat lidarxistin, derbarê hewldana êrîşa bi dronên bombebarkirî ya li ser Balafirgeha Leipzigê de axivî.
Rutte destnîşan kir ku ev çalakiyên dawî yên Rûsyayê nîşaneya qelsiyê ne û nîşan didin ku Moskow li Ukraynayê nikare bigihîje armancên xwe.
Rutte got, "Rûsya dixwaze me parçe bike, lê em bi yekîtî tevdigerin. Rûsya dixwaze rê li ber alîkariya me ya ji bo Ukraynayê bigire, lê em ê zêdetir bikin."
Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul jî anî ziman ku Rûsya ne tenê li eniya rojhilat bi leşkerî gefê li NATOyê dixwe, di heman demê de êrîşên hîbrîd, sîber, sabotaj û li dijî binesaziya krîtîk zêde kirine.
Wadephul diyar kir ku hewldana êrîşa li ser Balafirgeha Leipzigê mînaka herî dawî ya êrîşkariya berdewam a li dijî Ewropayê ye û got ku armanca Rûsya û hevparên wê ew e ku li seranserê cîhanê armancên emperyalîst bişopînin.