PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Hewayî yê NATOyê Tod Wolters got ku heke Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire, ev ji bo NATOyê rîskeke mezin e.
Hat ragihandin ku piştî civîna NATOyê ya li Brukselê Fermandarê Hêzên Hewayî yê NATOyê Tod Wolters daxuyaniyek da. Wolters wiha axivî: Sîstema Parastinê ya Hewayî ya S-400an wê di derbarê F-35an de gelek agahiyên xef bi dest bixe. Lewra radar F-35an tespît nakin. Lê bi rêya radara S-400an şiklê xebitîna F-35an wê ji aliyê hinek kesan ve were fêhmkirin. Ev jî li dijî berjewendiyên NATOyê ye.
Wolters got ku pêwendiyên Tirkiyê û NATOyê yên leşkerî gelekî girîng in, pêwendiyên me û Hêzên Hewayî yên Tirkiyê gelekî saxlem in. Ji ber vê yekê divê biryarek were dayîn. Em dizanin ku karekî zor û zehmet e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin