PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya dewleta Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku ew ji namzetiya temsîlkariya daîmî ya Neteweyên Hevgirtî vekişiyaye. Peyamek jî ji cîgirê wê ji Robert Palladino bi awayeka nivîskî hat dayîn. Li gor Palladino; Nauert bo wê namzet nîşan dane, ji serokê Amerîkayê Trump û wezîrê karên derve Pompeo re sipasiya xwe kiriye.
Nauert, di beyana xwe de weha ragihand: “Her 2 mehên dawiyê bo malbata min gelek zahmet bû. Bi wê sedemê ez bo mafê malbata xwe, ji namzediyê vedikişim. Ez bi xizmetkirina xwe ya di wezareta karên derve de serbilindim.”
Wezîrê karen derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî li ser biryara Nauertê ragihand:
“Heather Nauert, di nava tîma min de ya bi hesêb xizmeta xwe kevne û wezîfa xwe bi awayeka baş anî cîh. Ez ji vekişîna wê ya ji namzediya temsîlkariya Amerîkayê di Neteweyên Hevgirtî de, bi rêz dibînim. Di dahatûya wê de jê re serkeftinê dixwazim. Ez bawerim her rola (wezîfa) ku bigre ser milên xwe, wê tê de bibe temsîlkareka baş ya vî milletî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin