Fraksiyonên Kurdistanê serdana Bexdayê dikin

Fraksiyonên Kurdistanê serdana Bexdayê dikin

PeyamaKurd - Endamên fraksiyonên Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê li bajarên herêma Kurdistanê ve ber bi Bexdayê ve birêketin.

Îro Duşemê (04.05.2020) xetên esmanî yên Iraqê bi geşteke taybet û li ser daxwaza serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ve parlamenterên fraksiyonên Kurdistanê yên Parlamentoya Iraqê bi rêya balefirxaneya Hewlêr û Silêmaniyê ve ji Bexdayê re hatin veguhestin.

Berî niha Mihemed Helbûsî ji parlementeran xwestibû ku roja duşemê ji bo pêkanîna civîna parlamentoyê li parlamentoyê amade bin.

Heta niha ne diyar e civîn bo bawerîdana bi kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ya di serokatiya Mistefa Kazimî de ye yan na lê çavkaniyên Iraqê dibêjin vê heftiyê parlamento dê deng li ser kabîneya Kazimî bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin