Îsraîlê Sam bombebaran kir!

Îsraîlê Sam bombebaran kir!

PeyamaKurd- SANAyê ragihand ku balafirên şerî yên Îsraîlê hawirdorên Şamê bombebaran kirine. Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê êriş piştrast kir.

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) ragihand ku balafirên şerî yên Îsraîlê hawirdorên Şamê paytexta Sûriyê bombebaran kirine û pergalên parastinê yên Sûriyê ketine dewrê û bersiv dane wê êrîşê.

‘Pergalên parastinê yên Sûriyê ketin dewrê’

SANAyê ragihand ku “pergalên parastinê yên Sûriyê ketin dewrê û bersiv dan wê êrîşê ‘hêzên dijminî.” Herwiha li gorî nûçeyê ji aliyê Girên Golanê ve jî êriş pêk hatine û bi heman şêweyî bersiva wan êriaşan jî hatiye dayîn.

Îsraîl: Li dijî Tevgera Cîhadîst êriş pêk hat

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee derbarê bûyerê de ragihand ku balafirên şerî yên Îsraîkê li herêma Adliyê ya nêzîkî Şamê li dijî Tevgera Cîhadîst a Îslamî çendîn êrîş hatin pêkanîn.

Andraee amaje dike ku hawirdorên Şamê ‘keleh’ Tevgera Cîhadîst a Îslamî ye û li dijî wan çendîn êriş hatine pêkanîn li ser wesayît û cebilxaneyên leşkerî lêkolîn têne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin