PeyamaKurd - Arîkara Serokê Bankeya Navendî ya Rûsyayê Kesniya Yduyevayê got ku biryara li ser kotaya derxistina neftê ya Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) li ser bihayê petrolê xwedî tesîreke zêde nîne.
Yduyevayê li Astanaya paytextê Qazaxistanê di bernameya 'Rojên Fînansê' de daxuyaniyek da rojnamevan. Yduyevayê got ku li gor texmîna wan bihayê petrolê heta dûmahiya salê wê di asta bilind de bimîne û wiha dewam kir:
"Biryara hin welatên OPECê ya ji bo derxistina neftê zêde bikin li ser bihayên petrolê tesîreke zêde nake. Em ê bi tenê bona îsal li ser bihayên petrolê rojanekirineke biçûk bikin."
Di civîna ku 23ê hezîranê li Viyanayê hat lidarxistin de biryar hatibû dayîn ku OPEC û welatên hilberînerên neftê ku Rûsya jî yek ji wan e, li hev kirine ku erza petrolê, rojane milyonek bermîl zêde bikin. Di çarçoveya peymana nûkirî de tê texmînkirin ku Rûsya wê hilberîna xwe, rojane 200 hezar bermîl zêde bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin