PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulxenî ragihand ku ew dê li gorî biryara Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) tevbigerin û asta hilberînê li gorî rêjeya bo 2023yan hatiye diyarkirin bicih bînin.
Ebdulxenî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku ew bi rêya vîdyokonferansê beşdarî civîna OPECê bûye û diyar kir, OPEC ji bo îstiqrara bazara petrolê li cîhanê bi biryar e.
Herwiha Wezîrê Iraqê got ku wê Iraq jî li gorî biryarên OPECê yên diyarkirina asta hilberîna petrolê tevbigere.
Hêjayî bibîrxistinê ye, OPECê bi pêşengiya Erebistana Siûdî ji bo sala 2023yan biryara kêmkirina hilberîna petrolê derxistibû ku ji ber berdewama krîza sotemeniyê li cîhanê ev biryar rastî bertekên Amerîka û Ewropayê hatibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin