Şaneya Ragihandina Iraqê: 3 kom çekên xwe radest dikin

Şaneya Ragihandina Iraqê: 3 kom çekên xwe radest dikin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 3 komên çekdar radestkirina çekên xwe bo dewletê berdewam dikin.

Seroka Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê Seed Meen ragihand ku koma Seraya El Selam, Esayîb Ehil El Heq, Ketîbeya Îmam Elî radestkirina çekan bo dewletê didomînin.

Serokê şaneyê eşkere kir ku heya niha zêdetirî 580 hezar çek an ku her hefteyekê 6 hezar çek hatine wergirtin.