Komeke din a milîs çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê kir

Komeke din a milîs çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê kir

PeyamaKurd - Komisyona Berhevkirina Çekan û Birîna Peywendiyan a bi ser hikûmeta Iraqê ve, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku yek ji hêzên çekdar ên şîe, Ketîbeyên Îmam Elî agahiyên çekdarên xwe û lîsteya envantera çekan û tomara wesayîtên xwe yên leşkerî bi temamî radestî hikûmeta federal kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev pêngav di çarçoveya plana tasfiyekirina pêkhateyên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê û entegrekirina wan a di nav artêşê de tê birêvebirin.

Hate gotin ku ev prose bi temamî li gorî bernameya ewlehiyê ya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî û di bin plana ku ji aliyê parlamena Iraqê ve hatibû erêkirin de tê meşandin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî hin komên milîs biryara radestkirina çekan bo hikûmeta Iraqê dabûn ku wan koman gelek caran bi hinceta şerê Îran-Amerîka û Îsraîlê bi sedan caran êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê kirine.