PeyamaKurd- Amerîkayê îdda kir ku rejîma Sûriyê agirbesê îhlal dike û ji Rûsyayê xwest ku Beşar Esed hişyar bike. Ji ber ku li Rojavayê Başûrê Sûriyê, êrîşên rejîma Şamê berdewam dikin, Amerîkayê hişyarî da Rûsyayê.
Di derbarê mijarê de Nûnera Netewên Yekbûyî ya Daîmî ya Amerîkayê Nikki Haley daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de Haley got ku divê Rejîma Sûriyê êrîşên xwe bisekinîne. Di peymana agirbesê de rola Rûsyayê jî heye û divê Rûsya berpirsiyariya xwe bîne cih û bike ku Sûriyê li gorî peymana agirbesê bimeşe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin