Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şara li Antalyayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şara li Antalyayê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya 5’emîn Foruma Diplomasî ya Antalyayê de bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara re hevdîtinek pêk anî. Barzanî piştî civînê li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku wî piştgirî daye hewildanên Ehmed Şara yên ji bo îstîkrara Sûriyeyê û bi taybetî pêşkeftinên di pêkanîna peymana bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatiye îmzekirin, bilind nirxandine.

Di hevdîtinê de her du aliyan li ser xurtkirina peywendiyên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê de nîqaş kirin. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku armanca wan a sereke pêşxistina hevkariya di warê ewlehî û aboriyê de ye da ku aştiyeke mayînde li herêmê were dabînkirin. Barzanî û Şara li ser giringiya hevahengiya herêmî li dijî her gefeke li ser îstîkrarê li hev kirin. Ev hevdîtin di rojeva foruma Antalyayê de, ku gelek serokên cîhanê lê kom bûne, wekî gaveke giring a dîplomatîk hat dîtin