Necla Mengus: Besek ji hêzên biyanî ji Libyayê derketin

Necla Mengus: Besek ji hêzên biyanî ji Libyayê derketin

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Hikûmeta demkî ya Libyayê Necla Menguş, ragihand ku beşek ji hêzên biyanî yên li Libyayê derketine û biryare bi piştevaniya civakî navdewletî 20 hezar zêdetir leşkerên biyanî werin derxistin.

Necla Menguş dema serdana Kuweytê di civîneke rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanan piştrast kir ku beşek ji hêzên biyanî ji Libyayê derketine û got, “Nûçe rast in. Bi hejmareke kêm destpêkek çêbû.”

Wezîra Libyayê diyar kir ku ji bo derxistina wan hêzên biyanî pêwîstî bi alîkariya civaka navdewletî heye û banga alîkariyê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin