Netanyahû: Gel giş we hembêz dike, hûn bi xêr hatin malê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahû, ji ber 3 girtiyên îsraîlî yên di destên Hemasê de hatin berdan, ji bo îro got: “Rojeke pir hestiyar e.”
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha behsa sohbeta xwe ya bi Gal Hirsch, berpirsê vegerandina girtiyan ê hikûmetê kir û diyar kir ku wî ji Hirsch xwestiye ku ji wan re bêje; “Gel giş we hembêz dike, hûn bi xêr hatin malê.”
Di berdewamê de got: “Ez dizanim, em hemî dizanin ku ew di dojehê re derbas bûn, ew ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve hatin, ew bi rastî ji koletiyê ber bi azadiyê ve hatin. Ev kêlî bi fedekarî û lehengiya şervanên me yên qehreman pêk hat. Kêliyeke mezin e, kêliyeke hestiyar e. Rojeke mezin e.”
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.