PeyamaKurd - Hate îdîakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji Zavayê Serokê DYAyê Donald Trump û Şêwirmendê wî Jared Kushner re ragihandiye ku ew amade ne şansê bidin plana 15 xalî ya derbarê Xezeyê de.
Li gorî nûçeya televîzyona Kanal 12 a Îsraîlê, Netanyahu di peywendiyeke telefonî de diyar kiriye ku tevî ku bawer nake Hamas çekan deyne jî, ew ji bo kêmkirina êrîşên li ser Xezeyê û derbasnebûna artêşê ya ber bi rojavayê "Hêla Zer" ve pabend e.
Ev di demkê de ye ku Encumena Aştiyê ya Xezeyê ji Îsraîlê daxwaz kiribû ku sengerên xwe yên li Hêla Zer biparêze û heta ku geşedaneke rasterast nebe êrîş neyên kirin.
Tevî van îdîayan jî Netanyahu ragihand ku wan plana 15 xalan qebûl nekiriye û heta ku Hamas bi temamî bêçek nebe ew ji Xezeyê venakişin, lê da zanîn ku hevdîtinên wan ên bi DYAyê re berdewam dikin
Nûnerê Bilind ê Encumena Aştiyê ya Xezeyê Nikolay Mladenov û Serokê DYAyê Donald Trump ragihandibûn ku Hamasê nexşerêya qonaxa 10an a peymana agirbestê û danîna çekan qebûl kiriye. Hamasê jî diyar kiribû ku rawestandina êrîşên Îsraîlê û diyarkirina demê mercên wan ên sereke ne û Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezeyê jî ji bo wergirtina rêveberiyê amadekariyên xwe temam kirine.