PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di brîfîngeke taybet de piştî 10 salan doktrîneke ewlehiyê ya nû û êrişkar eşkere kir.
Netanyahu hilbijartinên hefteya bê yên li welêt wekî "xwedî girîngiyeke hebûnî" pênase kir û ragihand ku armanca wan a stratejîk a sereke rûxandina rejîma Îranê ye.
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser krîza aborî û navxweyî ya Îranê û got ku wî ferman daye hemû saziyên ewlehiyê da ku plana rûxandina rejîmê bi cih bînin.
Netanyahu tekez kir ku ew dikarin bêyî piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî bi awayekî serbixwe gavên leşkerî bavêjin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Netanyahu bal kişand ser dema mayî ya erka Serokê DYAê Donald Trump û hişyarî da ku dibe ku piştî du salan li Washingtonê serokekî dijminane bibe desthilatdar.
Ji ber vê yekê wî destnîşan kir ku divê Îsraîl di van her du salan de hemû derfetan bi kar bîne.
Netanyahu diyar kir ku ew hewl didin tifaqa xwe ligel welatên mîna Hindistan, dewletên Amerîkaya Latînî û hin welatên Ereb û Ewropayê firehtir bikin û anî zimên ku wan budceya 145 milyar dolarî ji bo pîşesazî û ewlehiyê veqetandiye.