Netanyahû bi awayekî nepen çû Siûdî û ligel Mihemed Bin Selman û Pompeo civiya

Netanyahû bi awayekî nepen çû Siûdî û ligel Mihemed Bin Selman û Pompeo civiya

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Radyoya Artêşa Îsraîlê  Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu dohî 22yê Mijdarê çû Erebistana Siûdî û li wir Welîehd Prensê Siûdî Mihemed Bin Selman û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re civiya.

Rojnameya "Yedioth Ahronoth" a îsraîlî ragihandiye ku Mihemed Bin Selman di civîneke sêalî de bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re hevdîtin pêk aniye.

Li gorî rojnameyê Netanyahu ji bajarê "Neom" ê Îsraîlê ber bi Siûdî bi rê ketiye û 3 saetan li Erebistana Siûdî maye û vegeriyaye.

Li ser mijarê nivîsgeha Netanyahû nexwest daxuyaniyekê bide.

Lê belê medya Îsraîlê serdan û hevdîtin piştrast kiriye û daye xuyakirin, "Di wê serdanê de Serokê MOSSADê Yosî Kohan bi Netanyahu re bû. Dibe ku ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Îsraîl û Siûdiyê, yan dosyaya Îranê de guftûgo hatibin kirin.”

Piştî peymanên Îsraîlê yên bi Îmarat, Behreyn û Sûdanê re dihat behskirin ku wê Îsraîl bi Erebistana Siûdî re jî peymana asayîkirina têkiliyan îmze bike, lê belê heta niha bi awayekî eşkere nehatiye ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin