PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku peymana agirbestê ya ligel Lubnanê bi dawî nehatiye û ji ber redkirina rêxistina Hizbullahê, niha tu lihevkirineke fermî ne di meriyetê de ye.
Li gorî nûçeya Desteya Weşanê ya Îsraîlê, Netanyahû di civîna Kabîneya Ewlekariyê de diyar kiriye ku ew tercîh dikin rêya dîplomatîk bişopînin û ji bo çareserkirina mijarên mayî şans bidin danûstandinan û nexşerêyeke nû eşkere kiriye.
Herwiha destnîşan kiriye ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo Îsraîlê şirîkekî stratejîk e.
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim derbarê hewldanên agirbestê de got ku partiya wan soz nedaye tu aliyekî ku li hemberî êrîşên Îsraîlê bêdeng bimîne û tekez kir ku divê her agirbestek bêyî tu îstîsnayan, hemû axa Lubnanê bigire nav xwe.