PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku hêzên welatî wî, desthilata temam bo weşandina derban li her gefekê li başûrê Lubnanê de hene û heya demekê ku hewce be li Devera ewlehiya ser sînor wê bimînin.
Ew helwesta Têl Avîvê ya dijî Hizbulahê, nîşaneya redkirina givaşên Navdewletî ye bo aramkirina rewşê.
Netenyahu di peyameke vîdyoyî de got, “Fermana me bo arteşê zelal e, serbazên me azadiya tam bo pûçkirina her metirsiyekê dijî akinciyên Bakûrê Îsraîl hene û di vê derheqê de tu sînordarkirineke artêşê nîne.”
Netanyahû tekez kir ku, biryara manê li vê deverê bo parastina welatiyên Îsraîlê qet naguhere.
Hêjayî gotinê ye, ew helwesta Tel Avîvîê ya dijî Hizbulahê, ku hevdem e ligel dawîhatina danûstandinên Amerîka û rejîma Îranê li Siwîsreyê, nîşaneya redkirina givaşên navdewletiî yên aramkirina rewşê ye.
Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D Vance gotibû, ew gihane mekanîzmeya kêmkirina aloziyan bo çêkirina hêla peywendiya bilez di navbera Îsraîl, Lubnan, Hizbûlah û hevpeymanên herêmê de.