Iraq: Nexşerêya budçeya 2027an a diyar bû

Iraq: Nexşerêya budçeya 2027an a diyar bû

PeyamaKurd - Civîna hevpar a tîma teknîkî ya Herêma Kurdistanê û şanda darayî ya Iraqê bi serperiştiya Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî bi dawî hat.

Di civînê de danûstandinên erênî li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya sala 2027an de hatin kirin.

Wezîrê Darayî yê Federal soz da ku di projeqanûna nû de pirsgirêka mamoste û fermanberên girêbest were çareserkirin û statuya wan bibe herdemî û her wiha biryara bilindkirina pileyên fermanberan jî fermanberên Herêmê li xwe bigire.

Li gorî zanyariyan, biryar e roja Şemiyê dest bi nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceya 2027an bê kirin da ku heta 15ê Îlonê ji bo Encûmena Wezîran a Federal bê şandin. Piştî nirxandina mehekê ya ji aliyê Encûmena Wezîran ve, tê plankirin ku projeqanûn di meha Cotmehê de ji bo erêkirina dawiyê ji Parlamena Iraqê re bête şandin.