PeyamaKurd – Baregeha serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu bi dizî seredana Îmaratan kiriye û bi serokê Îmaratan bi Şêx Muhammed bin Zayed Al Nahyan re hevdîtin kiriye. Ofîsa Netenyahu got:
“Ev seredan, di navbera Îsraîlê û Îmaratan de bû seredanekî dîrokî.”
Nehat gotin bê ziyareta Netenyahu kengê bûye lê di şerê Îran û DYA-Îsraîlê de, Îranê bi 551 fuzeyên balistik, bi 29 fuzeyên seyrê û bi 2.265 dronan êrîşê biribû ser Îmaratan.