PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû piştî êrîşên Hizbullaha Lubnanê ku 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin, ragihand ku Îsraîl ji her senaryoyekê re amade ye.
Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku moşekên dijî tankan li Lubnanê bingehek û hin erebeyên wan kirine armanc û wan jî bersiva êrîşan daye.
Hizbullaha Lubnanê ku Îran piştgiriya wê dike jî ragihand ku şervanên wan erebeyeke leşkerî ya Îsraîlê kiriye armanc û kesên tê de hatine kuştin û birîndar kirin.
Netanyahû li ser rûdana şerê navbera wan û Hizbullahê da zanîn ku Îsraîl ji her senaryoyê re amade ye û got: "Em bi çend moşekên dijî tankan hatin êrîşkirin. Me bi 100 topan bersiv da û em li ser gavên pêştir nirxandinan dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin