PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku rexnekirina qanûna netewedewlet a Îsraîlê ji aliyê Erdogan ve bo wan îltifata herî mezin e.
Netanyahu henekê xwe bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ki û ew wek ‘şampiyonê demokrasiyê’ binav kir...
Ewî wiha got: “Êrîşa Erdoganî ya li ser qanûna netewedewlet a cihû, îltifata herî mezin e.”
Herwiha Netayahu destnîşan kir: “Tirkiye, di bin rêveberiya Erdogan de ber bi dîktatoriyeke tarî vediguhere, lê Îsraîl mafên hemwelatiyên xwe beriya qanûnê jî piştî qanûnê jî diparêze. “
Serokwezîrê Îsraîlê îdîa kir ku Erdogan, Kurdan û hemwelatiyên Sûriyeyê qetil dike û hemwelatiyê xwe dike zindanan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin