PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, piştî kuştina 4 leşkerên Îsraîlî daxuyaniyeke tund belav kir û gefên giran li rêxistina Hizbullahê xwarin.
Netanyahû di peyama xwe de aşkere kir ku Tel Avîv dê li beramber van çalakiyan bêdeng nemîne û got: "Îsraîl, êrişên ku rasterast leşkerên me an jî xaka me dikin armanc. Hizbullah dê ji bo van êrişan we buhayekî gelekî giran bide."
Ev daxuyaniya Netanyahû ku îro, wekî nîşana geşbûna alozî û şerekî nû yê li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê tê nirxandin.
Piştî peymana aşitiyê ya dawî ya di navbera Amerîka û Îranê de, çavê herêmê li ser helwesta Îsraîlê ya li beramberî Hizbullahê bû; ev daxuyaniya dawî nîşan dide ku eniya başûrê Lubnanê hîn jî di bin metirsiya pevçûnên giran de ye û artêşa Îsraîlê amadekariyên bersivdaneke berfireh dike.