PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû serdana sînorê Sûriyeyê kir û ji lûtkeya Çiyayê Hermonê (Çiyayê Şêx) peyaman da.
Netanyahû da zanîn ku ew kontroleke mutleq li herêmê dikin û got, "Em pabend in ku rejîma terorê ya li Îranê hilweşînin û em dê vê yekê bikin. Em ê rê nedin ku ti artêşa terorê li ser sînorê me bi cih bibe."
Di vê serdanê de Wezîrê Parastinê Israel Katz û berpirsên leşkerî jî bi Netanyahû re bûn.
Katz destnîşan kir ku ew li herêma ewlehiyê ne û ji wir naçin û her wiha li hemberî gefên her hêmaneke cîhadî parastinê bikin.
Ev daxuyaniyên Îsraîlê di demekê de tên ku saziyên ewlehiyê îdia dikin Îran amadekariya êrîşeke berfireh a li ser çend eniyan dike.