Netanyahû: Em ê rejîma Îranê hilweşînin

Netanyahû: Em ê rejîma Îranê hilweşînin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku Îsraîl dê operasyonên xwe yên li dijî Hemasê bidomîne, rejîma Îranê hilweşîne û li Lubnanê bi Hizbullahê re mijûl bibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû got, Îsraîl dê operasyonên xwe li Xezayê li dijî Hemasê bidomîne, rejîma Îranê têk bibe û wê hilweşîne û li Lubnanê bi Hizbullahê re mijûl bibe.

Li gorî nivîsgeha serokwezîriyê Netanyahû da xuyakirin ku Îsraîlê serkeftinên mezin li Xeta Rojava bi dest xistiye û dê operasyonên xwe li dijî endamên mayî yên Hemasê yên li Xezayê berdewam bikin.