Neteweyên Yekbûyî banga lêpirsînên serbixwe û bi bandor kir

Neteweyên Yekbûyî banga lêpirsînên serbixwe û bi bandor kir

PeyamaKurd Berpirsa Mafên Mirova ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet, di derbarê tawanên şer ên Rûsyayê de, banga lêpirsînên serbixwe û bi bandor kir.

Li gor Bachelet diyar kir: “Pêdivî ye ku hemî hewil werin kirin, da ku lêpirsînên serbixwe û bi bandor li ser tiştên ku li Bucha qewimiye were kirin û rastî, dadmendî û berpirsîyarî were peydakirin. Herwiha tazmînat û çareseriya qurbaniyan û malbatên wan.”

Di daxuyaniyê de Michelle Bachelet eşkere kir, ew “ji dîmenên sivîlên kuştî yên li kolanan û di gorên serpeyî de xofdar bûne.”

Herwiha destnîşan kir, nûçeyên ku ji Bucha û heremên din têne ragihandin, pirsên cidî û fîkarên girîng derdixin pêş; di derbarê îhtîmala tawanên şer, binpêkirinên giran yên hiqûqa mirovahî ya navneteweyî û binpêkirinên cidî yên qanûnên mafên mirovan yên navneteweyî .

Di berdewamiyê de Bachelet diyar kir, pêdivî ye ku hemî meyt werin derxistin û nasnameyên wan were tespîtkirin, da ku malbatên qurbaniyan agahdar bibin û sedemên rastîn yên mirinên wan werin diyarkirin.

Herî dawî eşkere kir, ji bo parastina delîlan divê hemî tedbîr werin girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin