PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, derbarê geşedanên xeternak ên li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê de, li ser xetereya "Lubnan bibe Xezzeya duyemîn" cîhan hişyar kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres derbarê geşedanên xeternak ên li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê de daxuyanî da çapemeniyê.
"Îro, min xwe mecbûr hîs kir ku fikarên xwe yên kûr derbarê rageşiya ku di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li ser xeta Şîn zêde dibe diyar bikim." Guterres destnîşan kir ku partiyan gotarên şerker "wek ku şerekî berfireh nêzîk dibe" derxistin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got: "Em zelal bin, gelên herêmê û cîhanê nikarin îhtîmala Lubnan bibe Xezzeya duyemîn ragirin."
Guterres bal kişand ser metirsiya berfirehbûna pevçûnên li Rojhilata Navîn û got, "Havek bi lez û bez, hesabek şaş dikare bibe sedema felaketeke dûrî sînoran, bi eşkereyî ji xeyalan wêdetir."
Wezareta Karên Derve ya Kuweytê û hikûmetên Yûnanîstan û Kanadayê ji welatiyên xwe yên li Lubnanê xwestin ku ji ber aloziya li ser sînorê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, di zûtirîn dem de vî welatî terk bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin