SOHR: Hevpeymaniya Navdewletî li Cerablûsê berpirsekî DAISê kust

SOHR: Hevpeymaniya Navdewletî li Cerablûsê berpirsekî DAISê kust

PeyamaKurd - Li bajarê Carablusê yê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, balafireke bêmirov a bi çek otomobîleke berpirsekî rêxistina terorîst DAIŞê hedef girt.

Hat ragihandin ku di encama wê êrîşa ku tê texmînkirin ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ve hatiye encamdan de, berpirsê DAIŞê hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.

SOHRê ragihand, balafireke bêmirov ku tê texmînkirin a Hevpeymaniya Navdewletî ye, li bajarê Carablusê yê gundewarê bakurê rojhilatê Helebê bi moşekan otomobîlek hedef girt. Di encamê de serkirdeyekî DAIŞê hate kuştin û yekî din bi giranî birîndar bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin