New York Post: ‘Ser gihîst qonaxeke nû ya kujer’

New York Post: ‘Ser gihîst qonaxeke nû ya kujer’

PeyamaKurd – Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin ji 24ê Sibata 2022yan ve dewam dike û tê ragihandin ku artêşa Rûsyayê niha jî dest bi zêdekirin û bihêzkirina hêza leşkerî ya li başûrê Ukraynayê kiriye.

Rojnameya Brîtanî The Guardianê daye xuyakirin ku Moskowê li başûrê Ukraynayê dest bi bihêzkirina çeperan û zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî kiriye.

Dîsa rojnameya Amerîkî New York Postê bal kişandiye ser ku ‘Şer gihîştiye asteke nû ya kujer”.

Herwiha hatiye diyarkirin, hêzên rûsî li başûr kom dibin, yan li benda êrîşeke Ukraynayê ne, yan jî ew xwe ji êrîşeke mezin re amade dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin