PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Musennayê li nêzî baregeha Haşdî Şabiyê, di xeta xazê de teqînekî çêbû û li gor agahiyên pêş 2 zarok mirin û 28 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 9 kes yên Haşdî Şabî ne.
Li gor ragihandina Haşdî Şabiyê; mîlîsên di teqînê de birîndar bûne, bo parastina tûxay a 44 em wezîfedarin. Piştî teqînê ji cepilxaneya baregehê jî hinek teqiyaye.
Sedema teqînê nayê zanîn û parêzgeriya Musennayê lêpirsînê daye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin