“Nikarim pistrast bikim ku jin a Bexdadî hatiye girtin”

“Nikarim pistrast bikim ku jin a Bexdadî hatiye girtin”

PeyamaKurd- Rêvebirekî wezareta karên derve yê Amerîkayê li ser mijara ku jin a Bexdadî ji aliyê Tirkiyê de hatiye girtin got ku ew nikarin bûyerê piştrast bikin.

Di mijara rêvebirê nû yê ku ketiye şûna Bexdadî de, rêvebir ragihand ku ew di derbarê wî de zêde xwedî agahî nînin. Heman kes ragihandiye ku di stratejiya Amerîkayê ya Sûriyê de ti guherîn tine ye lê hinek şert guherîne.

Di mijara bajarê Til Temirê de pirsek hat kirin ku hêzên Tirkiyê û artêşa Sûriyê ya layangirê Tirkiyê ber bi Til Temirê de diçin û li wê derê gelek Xîrîstiyan dijîn. Rêvebir weha got:

“Tirk bo destê xwe nedin Til Temirê soz dane me. Em vê mijarê ji nêz de dişopînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin